Li Nîjerya ji ber êrîşek çekdara 154 kes hatin kuştin

Li Nîjeryayê êrîşek çekdarî ya hovane pêk hat.
Di êrişê de 154 kes mirin, 4 hezar û 800 jî kes malên xwe terikandin.
Hikumeta Nîjerya jî ragihand ku êrişkar wê neyên efûkirin.

Endamê Meclîsa Garga Ya’u Abubakar di daxuyaniyekê de ji endamên çapemeniyê re got,

Çekdarên bi motorsîkletan di 10ê Nîsanê de li herêma Kanem a parêzgeha Plateau êrişek çekdarî pêk anîne.

Ebûbekar da zanîn ku piştî êrîşê heta niha cenazeyên 154 kesan hatine dîtin û nêzî 4 hezar û 800 kesî ji tirsa malên xwe terikandine.

Ebûbekar diyar kir ku di êrîşê de gelek xanî jî hatine şewitandin.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Komarê, Serokomar Muhammed Buharî êrîş şermezar kir û diyar kir ku divê kesên sûcdar neyên xilaskirin û efûkirin.

Wezîrê Ragihandin û Çandê Laî Muhammed bi daxuyaniyekê ragihand ku çeteyên Boko Haram ji êrîşan berpirsyar in.

Wezîrê Karûbarên Însanî, Rêvebiriya Afatê û Pêşveçûna Civakî ya Nîjeryayê Hacî Sadiya Umer Farûq jî anî ziman ku ji ber êrîşê paketên alîkariyê yên wekî xwarin, av û betanî ji koçberan re hatin şandin.

Back to top button