Nasir Yagiz ku li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan 187 rojan di grevê de bû bi wesîleya cejna remezanê serdana Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya li Mexmûrê kir.
Nasir Yagiz û şandeya pê re destpêkê serdana Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok kirin .
Li Meclîsa Îştar ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî Nasir Yagiz û Fadîle Tok axivîn.
Nasir Yagiz cejna remezanê li Rêber Ocalan û tevahî gelê wargehê pîroz kir û wiha got:
Bi boneya cejna Remezanê me xwest ku em serdana wargehê bikin.
Daxwaza Rêber Apo daxwaza azadiyê ye, me bi çalakiyên xwe ev yek bi serxist.
Bi dîtina xelkê wargehê û Fadîle Tok ez pir keyfxweşbûm.
Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok jî kêfxweşiya xwe bi serdana Nasir Yagiz anî ziman:
Fedîle teqez kir ku têkoşîna wan hîna ne qediyaye ew ê hata azadiya rêber Ocalan têbikoşin.