Rejima Îranê cezayê darvekirinê yê gerîlayê HPG’ê erê kir

Rejima Îranê siyaseta xwe ya Îdamê ya li dijî Kurdan dewam dike.
Rejimê cezayê darvekirinê yê li gerîlayê HPG’ê ku hatibû birîn, erê kir

Rejima Îranê bi siyaseta darvekirinê hewl dide civaka Kurd bitepisîne û ji têkoşînê dûr bixe.

Her meh çend Kurd bi hêcetên cuda tên darvekirin. Heta niha cezayê darvekirinê li gelek Kurdan hatiye birîn.

Hat ragihandin ku cezayê darvekirinê yê li gerîlayê HPG’ê Hatem Ozdemîr hatibû birîn, hatiye erêkirin.

Rejima Îranê cezayê darvekirinê yê li gerîlayê HPG’ê Hatem Ozdemîr yê di Girtîgeha Ûrmiyeyê de hatibû birîn, erê kir.

Ozdemîr di 2019’an de ji aliyê rejima Îranê ve hatibû girtin û bi îdiaya “serîhildana li hemberî dewletê” cezayê darvekirinê lê hatibû birîn.

Back to top button