Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo bang li PDK’ê kir ku cenazeyên gerîla radest bike

PDK cenazeyên gerîlayên ku ew şehîd xistine tevî ku 8 meh derbasbûne jî lê radestî malbatên wan nake.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo bang li PDK’ê kirin ku cenzeyên şehîdan radest bike.

Meclisa Malbatên Şehîdan derbarê mijarê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat xwestin ku zêxt li PDK’ê bê kirin da ku cenazeyên şehîdên Xelîfanê radest bikin û wiha hat gotin:

“Her kes dizane ku gerîla di rojên zehmet û dema derketina DAIŞ’ê de piştgiriya Hewlêr, Zaxo, Kerkûk û Şengalê kir.”

Divê PDK dev ji hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re li dijî gerîla berde.”

Meclisê di dawiyê de diyar kir ku heta dawî anîna xiyanetê û wergirtina cenazeyên şehîdan, dê têkoşîna xwe bidomînin.

Back to top button