Li Dirbêsiyê bi meşekê hevkariya PDK’ê ya bi dagirkeran re hate şermezar kirin

Nerazîbûn û çalakiyên gelê Kurd yên li dijî êrişên PDK’ê yên li ser gerîla û hevkariya wê ya bi dewleta Tirk re zêde dibin. Îro jî welatiyên Dirbêsiyê daketin qadan, hevkariya PDK’ê û lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de şermezar kirin. Di çalakiyê de peyama mezinkirina li dijî êriş û dorpêçan hate dayîn.

Dewleta Tirk a dagiker bi hevkariya PDK’ê êrişên li ser gerîla didomîne û gav bi gav Başûrê Kurdistanê jî dagir dike.

Her wiha di heman çarçoveyê de di navbera Şengal û Rojava de jî dîwar tê lêkirin.

Nerazîbûna gelê Kurd ya li dijî van êriş û dorpêçan jî zêde dibe.

Îro li Dirbêsiyê li dijî van êrişan û lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de meşeke girseyî hat li darxistin.

Welatiyên ku beşdarî meşê bûn teqez kirin dê têkoşîna wan a li hember xiyanetê dewam bike û nehêlin ku dîwarên parçekirinê bê lêkirin.

Piştî meş veguherî mîtîngê li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Fatma Keleş axivî:

Her wiha li ser navê Rêveberiya Xweser Talat Yûnis axivî û diyar kir ku dagirkeriya Tirk hewl dide gelên Kurdistanê qir bike:

Talat Yûnis îşaret bi lêkirina dîwarê di navber Şengal û Rojava de kir û ev yek got:

“Ev dîwar ji bo qutkirina Şengal û Rojava ji hev e û bi serkêşiya dewleta Tirk tê kirin da ku palnên xwe yên qirkirinê bidomîne.”

Back to top button