Xebatên ji bo Sazkirina Peymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dewam dikin. Di vê çarçoveyê de, Komîteya Biçûk a Sazkirina peymanê li kantona Hesekê civîna xwe ya yekemîn a qonaxa sêyemîn, li dar xist.
Civîn li hola civînan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), hat lidarxistin.
Civîn bi meclisên bajarê Hesekê û navçeya Holê re hat organîzekirin.
Ji bo guhdarkirin li pêşniyar û nêrînan, her du endamên Komîteyê Aldar Xelîl û Ekrem Mehşûş di civînê de amade bûn.
Di civînê de, 99 madeyên reşnivîsa peymanê hatin xwendin û beşdaran nêrîn û pêşinyarên xwe li ser anîn ziman.
Ev nêrîn û pêşniyar dê bi rêya raporekê ji Komîteya Biçûk a Sazkirina Peymanê re werin şandin, da ku bên nîqaşkirin û zêdekirin.
Tê payîn ku ji bo nîqaşkrina bendên reşnivîsa peymanê, civînên din bi saziyên Rêveberiya Xweser, meclisên bajarok û bajaran re bên lidarxistin.
Reşnivîsa Peymana Civakî, heta niha di Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de neketiye dengdanê û bi awayekî fermî nehatiye raghandin.