Rêxistinên jinan qetilkirina Sûad Ehmed El-Zalan şermezar kir

Qetilkirina Sûda Ehmed El-Zalan ya ku ji aliyên hevjînê xwe ve hate kuştin bû sedema nerazîbûnên mezin. Rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê qetilkirina Sûda şermezarkirin û banga hisabxwestinê ji sûcdaran kirin.

Jina ciwan Sûad Ehmed El-Zalan ya 20 salî ku ducanî bû ji aliyê hevserê xwe ve hate kuştin.

Li ser vê, Kongra Star a navçeya Çilaxa ya kantona Qamişloyê bi daxuyaniyekê bertek nîşan da.

Kongra Star qetilkirina Sûda şermezar kir û banga darzandina sûcdaran kir.

Der barê heman mijarê de, Yekîtiya Jinên Ciwan li navçeyê daxuyaniyek da.

Di daxiyaniyê hate de hat diyarkirin ku tundî û qetilkirina jinan berdewam dike û, bang li aliyên peywendîdar hate kirin ku hesab ji sûcdaran bixwazin.

Her wiha kongra Star a navçeya Til Hemîs jî qetilkirina Sûda Ehmed El-Zalan şermezarkirin.

Back to top button