Şehîd Henîfa Yûsif li Helebê hat oxirkirin

Li Helebê jî endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Henîfa Yûsif li goristana Şehîdên Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hat oxirkirin.

Şehîd Henîfa Yûsif 13’ê Nîsanê de dema erka xwe pêk di anî şehîd bû.

Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, endamên meclis, komîn, partiyên siyasî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn beşdarî merasîma oxirkirinê bûn.

Di merasimê de ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Ehmed sersaxî ji malbata Şehîd re xwest û diyar kir ku şehîd ew in ên ku rêya gelê xwe ronî dikin da ku bighêjin azadî û rûmetê.”

Her wiha Endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ehlam Fetok jî li ser kesayeta Şehîd Henife ev yek got:

“Şehîd Henîfa ji bo parastina şêniyên taxê roj û şeva xwe dikir yek.

Piştî axaftinan wesîqeya şehîd Henîfa diyarî malbata wê hate kirin.

Di dawiyê de cenazeyê şehîd Henîfa Yûsif di nava dirûşme û tilîliyan de li goristana Şehîdên Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hate veşartin.

Back to top button