” Wê xelkên Rojava li dijî xiyaneta PDK’ê li rex gerîla bin”

Partiya Yekîtiya Demokratîk – PYD’ê têkildarî planên PDK û hevkariya wê ya bi dewleta Tirk re ji şêniyên Girkê Legê re civînek li dar xist.

Civîn li navenda Aram Tîgran a li bajarokê Rimêlanê bi amamdebûna bi sedan kesî pêk hat.

Endamê meclisa giştî ya PYD’ê Xebat Mihemed di civînê de axivî û got:

“Dewleta Tirk dixwaze êrişî herêmê bike û PDK jî alîkariya wê dike.

Em ê têkoşîna xwe dewam bikin û xiyaneta PDK’ê ku ziyan digihîne hemû aliyên Kurdisanê û gelên wê derxînin holê.”

Xebat Mihemed di dawî de teqez kir divê gelê Kurdistanê bi rihê fedayî û têkoşînê ya ji bo rêgirtina li ber siyaset û planên PDK tevbigere.

Civîn bi siloganên şermezarkirina xiyaneta PDK’ê bi dawî bû.

Back to top button