Berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Luqman Ehmê ambargoya li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi sûcê şer bi nav kir.
Luqman Ehmê dibêje: “Divê hikumeta Şamê berê xwe bide diyaloga Sûrî – Sûrî, aloziya heyî çareser bike û ji rêbazên ambargo û birçîkirina gel berde.”
Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ji 13’ê Adarê ve ji aliyê hikumeta şamê ve dorpêçkirî ne.
Li dijî vê dorpêçê berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Luqman Ehmê ji ajansa Hawarê re axivî.
Luqman Ehmê anî ziman “Hikumeta Şamê siyaseta birçîkirinê li hember zêdetirî 200 hezar sivîlên Sûrî dimeşîne û ev yek li gorî qanûnên navneteweyî û mirovî sûcekî şer e.”
Ehmê li dijî vê siyasetê û nêzîkatiyên hikumeta Şamê dibêje:
“Divê hikumeta Şamê berê xwe bide diyaloga Sûrî – Sûrî li şûna ku gelê xwe dorpêç û birçî dike.
Diyalog ji çareserkirina aloziya Sûriyê ku derbasî sala xwe ya 11`an bûye çareseriya herî guncav e.”
Ehmê anî ziman ev kirinên hikumeta Şamê siyaseta birçîkirinê ye ji ber piraniya şêniyên wê Kurd in û got:
” Ev yek diyar dike ku hikumeta Şamê tu aliyên din qebûl nake.”
Luqman Ehmê: Diyalog bingha çareserkirina pirsgirêkên Sûriyê ye
Luqman Ehmê destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser herdem banga diyalogan dike û ev anî ziman:
“Ji ber diyalog çareseriya siyasî ya aştiyane ye ku armanc û hêviyên tevahî pêkhateyên gelê Sûriyê bi cih tîne.”
Berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Luqman Ehmê piştrast kir ku ev siyaset wê tu encaman bi xwe re neyne û tekez kir şêniyên herdu taxên dorpêçkirî bi projeya xwe ya xwerêvebirinê ve girêdayî ne û wê li ber xwe bidin.