Afrîkaya….jimara kesên ji ber lehiyê mirine 340 derbas kir

Li Afrîkaya Başûr bîlançoya ji ber lehiyê giran dibe. Ji ber baran û lehiya li eyaleta KwaZulu-Natal a li rojhilatê welat bêtirî 340 kesî jiyana xwe ji dest dan.
Li Fîlîpînê jî bîlançoya ji ber bahoza Megî giran dibe. Ji mara kesên jiyana xwe ji dest dayîn gihişt 148’an. Her wiha ji bo sedan kesên winda jî xebatên lêgerînê hatin despêkirin.

Ji serê hefteyê ve barîna barana ku ji 300 milîmetre metrekare derbas bû li Durban û derdora wê ku yek ji mezintirîn bajarên welêt e, bû sedema lehî û şimitîna axê.

Serokwezîra Eyaleta KwaZulu-Natalê Sihle Zîkalala ragihand ku di lehiyê de heta niha 341 kes mirine.

Sihle Zîkalala destnîşan kir ku ji 40 hezarî zêdetir kes ji ber lehiyê mexdûr bûne û 248 avahiyên dibistanan jî zirar dîtine.

Zîkalala diyar kir ku ji bo tesbîtkirina hejmara kesên di lehiyê de jiyana xwe ji dest dane dixebitin û bal kişand ser wê yekê ku ev yek di dîroka welêt de karesata lehiyê ya herî mezin e.

Di daxuyaniya Şaredariya Durbanê de (eThekweni) hat ragihandin ku fatureya lehiyê heta niha bûye 753 milyon rand.

Ev ji dike bêtirî 51 milyon dolar.

Li Fîlîpînê…ji ber lehiyê 148 kes mirin

Li Fîlîpînê jî bîlançoya bahoza Megî mêjî li pey xwe hiştî giran dibe.

Barana gur û şimitîna axê ya ji ber bahoza tropîkal Megî ya ku dawiya hefteyê li Fîlîpînan bi bandor bû, her ku diçe girantir dibe.

Rayedaran diyar kirin ku piştî gehiştina jimareke mezin a cenazeyan, hejmara giştî ya kesên J
Jiyana xwe ji dest dane gihiştiye 148’an.

Her wiha bêtirî 100 kes jî winda ne.

Li parêzgeha Leyte, ku herî zêde ji Megî zirar dîtibû, erdhejê ziyan gihand zevî û zeviyên çandiniyê.

Di heman demê de ziyanek mezin gihîşt xaniyan.

Xebatên lêgerînê yên li qadên peravê ku gelek kes ji ber pêlan dikişin û li herêmên ku erd lê diqewime dewam dikin.

Fîlîpîn a di nav welatên herî xeternak de ye ji ber bandora guherîna avhewayê, salê derdora 20 bahozên dijwar bandorek neyînî lê dike.

Li Afrîkaya ji ber lehî bobelatê 306 kes mirin

Li Fîlîpînê ji ber bahoza megî jimara kesên mirîn derket 56’an

Back to top button