Zelensky: Ji bo petrola Rûsya pereyê bixwîn tê dayîn

Ûkrayna careke din bang li welatên rojavayî kir petrola Rûsya nekirin.
Serokê Ûkrayna Zelensky got;
Ji bo petrola Rûsya pereyên bixwîn tên dayîn.
Welatên YE jî têkildarî cezayên li ser petrola Rûsya amadekariyan dike.
Di vê navberê de, daxwazên Fînlandiya û Swêd yên ji bo endamtiya NATO, Moskow bihêrs kiriye.
Rûsya gefa bicihkirina çekên nukleerî li sînorê welatên Baltîk kir.

Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky di hevpeyvîneke ligel kanala BBC ya Brîtanyayê de, ji ber kirîna petrola Rûsya bi tundî rexne li hin welatên Ewropî kir.

Volodymyr Zelensky Almanya bi astengkirina hewildanên ambargoya firotina enerjiyê ya Rûsyayê tawanbar kir, ku îsal wê 250 milyar paund qezenc bike.

Zelensky ji bo welatên ewropî yên ku kirîna nefta Rûsyayê didomînin got:

“Hin hevkarên me fêm dikin ku niha demek cûda ye û ev êdî ne meseleya karsazî û pere ye.

Meseleya jiyanê ye.

Ji bo petrola Rûsya pereyê bixwîn tê dayîn.”

YE xwe amade dike petrola Rûsya bêxe lîsteya cezayan

Ewropa di pêkanîna cezayên li dijî Rûsya de bibiryare.

Bi vê helwesta xwe jî hewil dide artêşa Rûsya ji xaka Ûkrayna derxîne.

Ji ber vê yekê, niha di armanca YE de petrola Rûsya heye.

YE amadekariya pakêta herî bibandor a cezayên ser Rûsya dike.

Lê pêkanîna cezayên li ser petrola Rûsya di nava welatên YE de, fikrên cûda pêk tîne.

Yekîtî demeke dirêj li hember qedexekirina nefta rûsî ji ber potansiyela wê ya bilindkirina bihayê enerjiyê li ber xwe dide.

Rêveberên yekîtiyê îdia dikin ku alî li ser qonaxên qedexekirinê gihiştine heman fikrî.

Brîtanya piştevaniya endamtiya Swêd û Fînlandiya ya ji bo NATO’yê kir

Piştî ku Fînlandiya û Swêd ji bo endamtiya NATO yê gav avêtin, piştgirî ji Îngilîstanê hat.

Wezîra Karên Derve ya Îngilîstanê Liz Truss li ser hesabê xwe yê medyaya civakî diyar kir ku Îngilîstan piştgiriyê dide endamtiya potansiyela Swêd û Fînlandiyayê ya NATO’yê.

Truss got,

“Gefên Rûsyayê yên li hemberî dewletên Bakur û Baltîkê ne nû ne û tenê yekîtiya me xurt dike.

Swêd û Fînlandiya di hilbijartinê de azad in.”

13’ê Nîsanê Serokwezîra Fînlandiyayê Sanna Marin û Serokwezîra Swêdê Magdalena Andersson li paytexta Swêd Stockholmê ji bo endamtiya NATOyê axivîn.

Lîderan diyar kirin ku ew ê ji bo endamtiya NATO di nava hefteyên pêş de biryara xwe zelal bikin.

Rûsya: Em ê çekên nukleerî li baltîkan bicih bikin

Serokê berê yê Rûsyayê, cîgirê serokê niha yê Konseya Ewlekariya Navdewletî Dmitri Medvedev teqez kir, eger welatên Skandînavya bibin endamên NATOyê, wê hemû hêzên wan li Baltikê duqat bibin.

Medvedev bi dayîna peyama ‘bicihkirina nukleerî’ ya ku di mînakên berê yên vî şerî de dihat dîtin, hewl da Rojava ji biryara ku deriyê tifaqê ji Fînlandiya û Swêdê re vekiriye, dur bixe.

Back to top button