Brîtanya Hêzên Deryayî li dijî koçberiyên neqanûnî seferber dike

Bi gurbûna şer û zêdebûna aloziyan re, pêla koçberiya ji Ewropa bo Brîtanya careke din di rojevê de ye.
Li Îngilîstanê fermana têkoşîna li dijî koçberiya neqanûnî ya ji Qenala Manşê, ku di van salên dawî de zêde bûye, dide Hêzên Deryayî yên Qraliyetê.
Kesên ku serî li mafê penaberiyê bidin, wê bişînin Ruandayê.

Krîza koçberên berê xwe didin Brîtanya, hikumeta welat tengav kiriye.

Serokwezîrê Îngilîstanê Boris Johnson ragihand ku ji niha û pê ve Qenala Manş ji bo têkoşîna li dijî koçberiya neqanûnî ji aliyê Hêzên Deryayî yên Qraliyetê ve tê kontrolkirin.

Boris Johnson got:

“Ji îro pê ve, Hêza Deryayî ya Qraliyetê w fermandariya mîsyona nobedariya sînor li Qenala Manşê bike.

Johnson anî ziman ku ew ê rênedin tiştek bê destûra wan bigihêje welat.

Di vê çarçoveyê de Serokwezîr Johnson diyar kir ku ji bo erka dewriyeyê û girtina qaçaxçiyên mirovan ew ê çavkaniyên zêde ji bo qeyik, balafir û amûrên çavdêriyê veqetînin û wiha got:

“Bi vî awayî em ê peyameke zelal bidin qaçaxçiyên mirovan.

Yên jiyana mirovên li Qenala Manşê dixin xeterê wê jiyana xwe di girtîgehan de derbas bikin.”

Johnson: Kesê serlêdana welatîbûyînê bike wê bişînin Ruandayê

Serokwezîrê Brîtanya Johnson, di berdewamiya daxuyaniya xwe de ragihand, ji niha û pê de, penaxwaz û koçberên li Brîtanyayê wê bişînin Ruanda ya Afrîkayê.

Li gorî peymana di navbera London û Kîgaliyê de, namzetên penaber ên ku werin Îngilîstanê wê ji aliyê Ruanda ve bên qebûlkirin û li wir destûra rûniştinê ya qanûnî bidin.

NY jî ji aliyê xwe ve bertek nîşanî biryara Londonê da.

2021’an di ser Fransayê re 28,000 koçberan xwe gihandiye Îngilistanê

Li gorî daneyên ajansa nûçeyan a Îngilîstanê Association Press (PA), hejmara kesên ku hewl didin bi qaçaxî ji Fransayê derbasî Îngilîstanê bibin, di sala 2021’an de gihîştiye 28 hezarî.

Ev yek jî asta herî bilind a ku heta niha hatiye tomarkirin e.

Rayedarên Fransî beriya niha dabûn zanîn ku di nava salekê de herî kêm 30 kesan li ser rêya Kanalê jiyana xwe ji dest dane û 4 kesên din jî winda bûne.

Qenala Manş weke devera herî kin a di navbera Fransa û Brîtanya de ye.

Ji ber wê yekê ev der her dibe cihê koçber berê xwe didinê.

Piraniya van koçberên ku li herêma Şengenê ya Yekîtiya Ewropî (YE) mafê penaberiyê nagirin, diyar dikin ku ew dixwazin biçin Giravê.

Beşek ji wan îdia dikin ku malbatên wan li Îngilistanê ne û beşek jî difikire li wir dikarin karekî hîn baştir ji xwe re bibînin.

Back to top button