Çeteyan jinek ku hewl dida derbasî Tirkiyê bibe revand

Ji Efrîna dagirkirî, rojane buyerên mîna kuştin, revandin û talankirinê diqewimin.
çeteyên dewleta Tirk jinek bi hêcetên her carê revand, 4 welatîyên ku beriya niha revandibûn, piştî ku pere ji wan girtin berdan.
Li aliyekî din, çeteyan li gundê Bêlê yê bi ser navçeya Bilbilê 375 darên zeytûnê birîn.

Li Efrîna dagirkirî, sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê, bê navber dewam dikin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk jina bi navê Sîlda Şêxo a ji gundê Mosaka ya bi ser navçeya Raco, piştî ku xwest derbasî Tirkiyê bibe, revandin.

Hate ragihandin heta niha aqubeta wê ne diyar e.

Çeteyan 4 welatiyên girtî piştî ku pere ji wan girt berdan

Li aliyekî din, çeteyan 3 welatiyên ji navçeya Cindirêsê ku beriya niha revandibûn, piştî ku pere dan, ew berdan.

Her wiha welatiyê bi navê Mihemed Mistefa yê ku çeteyan ew revandibû piştî ku 10 milyon lîreye Sûrî da hat berdan.

Çeteyekî bi çekan êriş bir ser mala meleyê gundê Xelîl yê navçeya Şiyê

Li gundê Xelîl yê navçeya Şiyê jî, çeteyekî bi çekan êriş bir ser mala meleyê mizgefta gund Yûsif Qiro.

Hat diyarkirin çete gule li mala mele Yûsif reşand.

Çeteyan 374 dar li gundê Bêlê yê navçeya Bilbilê birîn

Xwezaya Efrînê jî ji aliyê dagirkeran ve tê talankirin û hema bêje rojane dar têne birîn.

Çete daran dibirin û darên wê weke êzing ji bo bazirganiyê difiroşin.

Çeteyan herî dawî li gundê Bêlê yê bi ser navçeya Bilbilê 375 darên zeytûnê birîn.

Di nava hefteya borî de, 6 welatî hatin revandin, 600 dar hatin birîn

Li gorî Tora Çalakvanên Efrînê, çeteyên dewlet Tirk di nava hefteya borî de welatiyek kuştine, jinek bi darê zorê neçarî zewacê kirine, 6 welatî revandine, zêdeyî 600 dar birîne û gelek avahiyên nû yên mêtingeriyê ava kirine.

Back to top button