Bi hezaran kes li Şehbayê daketin qadan û dorpêç şermezar kirin

Hikumeta Şamê zêdeyî mehekê ye dorpêç daniye ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê. Bendên kontrolê hatine danîn û rê nayê dayîn ku tiştek derbasî van taxan bibe. Bi heman rengî dorpêça li ser Şehbayê jî dewam dike. Welatiyên herêma Efrîn û Şehbayê îro bi meşekê dorpêça hikûmeta Şamê şermezar kirin. Welatiyan xwestin dorpêç bibe dawî bibe bendên kontrolê yên di navbera taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û Şehbayê de bên rakirin.

Nerazîbûna li dijî dorpêça Hikumeta Şamê ya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê zêde dibe.

Îro bi hezaran welatiyên herêma Efrîn û Şehbayê li dijî dorpêçê daketin qadan.

Xwepêşandêr li benda kontrolê ya “ewlehiya dewletê” sekinîn.

Li wir Meclisa Kantonên Şehba û Efrîn daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Aloziya Sûriyê 11 sal li pey xwe hiştin, lê hîna jî rejîm di çareseriya leşkerî de israr dike û siyaseta ambargoyê berdewam dike.

Li van her du taxan bi sed hezaran koçberên ji Efrînê lê bi cih bûne.”

Meclisê dorpêçkirina li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û li ser herêmên Şehbayê şermezar kir û bang li rêxistinên mafên mirovan û saziyên kar û barên penaberan kir ku li dijî vê yekê bi erkên xwe rabin.

Back to top button