Mesrûr Barzanî li Tirkiyê ye

Serokwezîrê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî çû Tirkiyê û tê payîn wê bi serokê rejima Tirk Erdogan re bicive.

Li gorî medya PDK’ê serokwezîrê Herêma Başûrê Kurdistanê îro çûye Tirkiyeyê û wê bi serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan re bicive.

Medya li ser çûna Barzanî dibêje, wê di civînê de behsa peywendiyên di navbera Tirkiye û Başûrê Kurdistanê de werin gotubêjkirin.

Herî dawî Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî di 12’ê Adara 2022’an de bi Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan re civiya bû.

Piştî wê jî KCK’ê ragihand ku dewleta Tirk bi piştgiriya PDK’ê êrişeke nû ya li dijî gerîla plan dikin û hişyarî dabû.

Back to top button