Evîndara azadiyê gêrilla Zarîn Amed

Gerîlaya YJA Starê Zarîn Amed li dijî DAIŞ’ê sala 2014’an ji Amedê berê xwe dide Kobanê.. Zarîn bi giranî ji serê xwe birindar dibe. Lê ya ku ew bi jiyanê ve da girêdan girêdana wê ya şev û roj a bi Rêber Apo û şehîdan re bû..
Ew şehîdek nemire. Ew nikare bi axive û bi meşê, lê girêdana wê ya bi jiyanê re tevahî astengiyan derbas dike.

Gêrillaya YJA Starê Zarîn Amed..

Zarîna ku bi eslê xwe ji Bajarê Muşê ye, li Amedê ji dayîk dibe û li wir mezin dibe.

Di sala 2004’an de tevlî nava tevgera azadiyê dibe.

2014’an dema çeteyên DAIŞ’ê êrişî Kobanê kir, Zarîn tevî komek ji hevrêyên xwe ji Amedê berê xwedide Kobanê.

29’ê Cotmeha heman salê bi giranî birîndar dibe.

Zarîn dema birîndar dibe ne dikare bimeşe ne jî bi axive û her tiştî ji bîr dike…

Doktur dibêjin ancak divê kesek ku Zarîn nas bike bibine da ku bê bîra wê..

Malbata wê tê, yên derdûra wê tê, lê Zarîn tu refleksan nîşan nade…

Çawa ku çavê wê li wêneyê Rêber Apo dike ve, dike qêrîn.

Piştî vê qîrînê Zarîn xwe ji nû ve li jiyanê digire.

Sorxwîn Mako ku sala 2014’an ji Botanê derbasî Kobanê bû, di sala 2012’an de Zarînê, li Botanê li nava koma Şehîd Berçem nas dike û ji Botanê heta Gabarê kûryetiyê ji Zarîn û koma wê re dike.

Herî zêde hevaltî, xurtbûn û dilsoziya Zarîn bala Sorxwînê dikişîne.

Sorxwîn Mako da zanîn ku Zarîn weke şervanek pispir diçe Kobanê û rolek serek dileyîze.

Zarîn derbên giran li çeteyên DAIŞ’ê dide. Zarîn bi tevlîbûna xwe bû hedefa sereke ya çeteyên DIAŞ’ê..

Sorwîn ragihand ku şerê Kobanê şerê man û nemanê bû.

Mizgîn Îdrîs ku sala 2016’an di pêngava Minbicê de birîndar bû û felç bû, sala 2017’an Zarîn nas dike.

Mizgîn dibêje jiyana Zarîn bi 24 saetan bi jiyana Rêbertî û şehîdan derbas dibe.

Back to top button