Mistefa Êto: Nikarin vîna me bişkînin

Hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mistefa Êto ev êrişên Tirkiyê şermezar kir û diyar kir ku wê vîna wan neşkînin.

Mistefa Êto anî ziman. ”Em di meha Remezanê de ne, ev meh meha aştiyê ye ne ya komkujiyan.

Artêşa Tirk bi awayekî hov û derexlaqî malên sivîlan bombebaran dike, bêyî ku tu alî hesabê jê bixwazin.”

Êto îşaret bi helwesta civaka navneteweyî kir û da zanîn ku ti rola wê nemaye, eger ne wisa ba dê hesab bixwesta.

”Lê mixabin êdî her tişt li gorî berjewendiyan e, qirkirina gelê herêmê jî li gorî berjewendiya wan dewletan e.”

Mistefa şikandina vîna gel wek armanca êrişan bi nav kir û teqez kir ku dê nikaribin vîna wan bişkînin.

Back to top button