Ciwan Siko: Heta PKK’ê jı lîstê dernekeve dê armaî pêk neyê

Sekretêrê Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriyê Ciwan Ebdulkerîm Siko destnîşan kir ku ger navê PKK`ê ji “lîseteya terorê” were derxistin dê li Rojhilata Navîn aştî mîsoger bibe û got :”Mana navê PKK`ê di “lîsteya terorê” de li dijî qanûnên navneteweyî û mirovî ne.”

Roj bi roj li seranserê cîhanê li dijî xistina PKK’ê di ‘Lîsteya Terorê’ de nerazîbûn zêde dibin.

Sekreterê Partiya Demokratîk a Kurdistanê-Sûriyê Ciwan Ebdulkerîm Siko ji ANHA’yê re nirxandin kir.

Ciwan Siko diyar kir ku sedema mayîna navê partiyê di “lîsteya terorê” de, berjewendiyên hevbeş ên dewletên desthilatdar e.

Ciwan Siko destnîşan kir ku ger navê partiyê ji ‘Lîsteya Terorê’ neyê derxistin dê ewlehî û aramî li Rojhilata Navîn pêk neyê.

Ciwan Siko: Ev biryarek dûrî mirovahiyê ye

Siko bibîrxist ku PKK’ê li şûna cîhanê şerê terorê kir û anî ziman ku qedexeya li ser wê biryareke dûrî mirovahiyê ye.

Dawiyê Ciwan Siko tekez kir ku dem hatiye PKK’ê ji vê lîstê derkeve û banga xebatê ji bo wê kir.

Back to top button