Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Divê CPT bi erka xwe rabe û tavilê biçe îmraliyê

Ji 25’ê Adara 2021’ê ve agahî ji Rêber Apo nayê girtin.
Buroya Hiqûyê ya sedsalê têkildarî tecrîda giran a li ser Rêber Apo û 3 hevalên li cem wî serî li komîtye Pêşîgiritna Êşkenceyê ya Ewropayê-CPT dan.
Buroyê bang li CPT Kir ku tavilê biçin serdana Îmraliyê bikin.

Ji 25’ê Adara 2021’an vir ve ji rêber Apo agahî nayê girtin.

Buroya Hiqûyê ya sedsalê têkildarî tecrîda giran a li ser Rêber Apo û 3 hevalên li gel wî serî li komîtye Pêşîgiritna Êşkenceyê ya Ewropayê-CPT da.

Buroyê di serlêdana xwe bi daxûyaniyeke ragihan û diyar kir ku dewleta Tirk êşkenceyeke sîstematîk û pirgiran derveyî hemû qanûnan li ser Îmraliyê dimeşîne.

Buroyê di serlêdana xwe ya ji CPT re rewşa rêber Apo weke bi têgîna “Incommunicado” ango rewşa agahî nayê girt pênasekir û got:

“Serlêdanê parêzeran, nameyên ku em ji saziyên peywîndîdar re dişînin erînî neyînî ti bersiv ji bo wan nayê dayîn.

Tecrîdeke mudlaq li ser muvekîlê me heye, têkiliya wî bi cîhanê re, derve re, malbatê re hatiye qutkirin.

Divê CPT li hember vê sûcê bi erka xwe rabe.”

Di dawiyê de Buroya Hiqûyê ya sedsalê ji bo dawîanîna tecrîdê ev daxwaz ji CPT kir:

“Divê Komîteya CPT tavilê serdana grava Îmraliyê bike.

Divê hevdîtina parêzeran bi awayekî daîmî, teqez pêk were.

Divê hevîtina malbat û wasîyan pêk were û dawî li cezayên derqanûnî yên disîplînê were anîn.

Divê mafê serdanan were parastin û bi awayeke her timî mafê telefon, name, faks were parastin.

Divê dawî qedexeya kovar, rojname û pirtîkan were anîn.

Divê li dijî êşkenceya dermirovî prosedûra qanûnî were pêkanîn, tedbîrên pêwîst jî werin girtin.”

Back to top button