Ciwanên Qamişlo beşdarî pêngava paqijiyê bûn û taxên xwe paqij kirin

Pêngava paqijkirinê ku ji aliyê TEV-DEM’ê ve hatiye destpêkirin, 20 roj in dewam e.
Di çarçoveya pêngavê de, hefteyeke li gelek deverên Qamişlo tê tê paqijkirin.

Pêngava paqijkirinê li Qamişlo bi slogana ‘Paqijiya bajêr paqijiya civakê’ 28’ê Adarê dest pê kir.

Pêngav ji aliyê Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê ve hatiye destpêkirin.

Gelek sazî, tevger û rêxistin jî beşdarî pêngavê dibin û tax û deverên bajêr paqij dikin.

Danê vê sibê, tevgera ciwanan ji çerxereya El- Selam heta çerxereya taxa El-Tey paqij kirin.

Ciwanên tevlî pêngavê bûne diyar kirin ku ew dixwazin her kes xwedî li bajarê xwe derkeve û paqij bike..

Ciwanan bang li gel kir ku bi wan re bibin alîkar da bi hev re bajarên xwe xweşik û berdew bikin.

Back to top button