Li sînorê Rûbarokê ciwanekî bi navê Tehsîn Yalçin hate qetilkirin

Li navçeya Rûbarok a li ser sînorê başûrê Kurdistanê di encama êrişên leşkerên Tirk de ciwanê bi navê Tahsîn Yalçin hate qetilkirin.

Li navçeya Rûbarok a Colemêrgê ku li ser sînorê Başûrê Kurdistanê ye di encama gulebaran leşkerên Tirk de ciwanê bi navê Tahsîn Yalçin ê 21 salî hate qetilkirin.

Li gor hatî ragihandin, Yalçin û du hevalên wî di saet 03.00”ê sibê de vedigeriyan mala xwe ya li navçeya Rûbarokê rastî êrişa leşkeran hatin.

Yalçin ku di encama guleberdanê de ji singê xwe birîndar bû û jiyana xwe ji dest da.

Her du kesên din jî bêyî ku birîndar bibin xelas bûn.

Malbata Yalçin cenazeyê kurê xwe birin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê wê piştî otopsiyê were veşartin.

Back to top button