Li Afrîkaya..ji ber lehiyê 395 kesan jiyana xwe ji dest dane

Li Afrîkaya Başûr lehî û şemitîna axê wêraniyek mezin li pey xwe hiştiye.
Heta niha 395’an jiyana xwe ji dest dane û gelek ji winda ne.
Bahoza Megî jî rewşa li Fîlîpînê bi heman rengî têk daye.
Ji ber bahozê heta niha 167 kes mirine.

Li bajarê Duran yê Afrîkaya Başûr bahoz û lehiya bi serde hatî bandoreke zêde li ser jiyana welatiyan kiriye.

Tevî 5 roj derbas bûne, lê hîna agahî ji dehan kesî nayê girtin.

Artêşa welat û xwebexş ji bo windahiyan xebatên xwe berfireh kirine.

Lehiyê bandor li jiyana bêtirî 41 hezar kesî kiriye.

Wezareta Rewşa Lezgîn ya welat ragihand ku heta niha 395 kes mirine.

Li Fîlîpîn..ji ber lehî û şemitîna axê 167 kes mirin

Li Fîlîpînê jî rewş hemane.

Bahoza tropîkal a Megî bandorek zêde li ser welat kiriye.

Ji ber lehî û şemitîna axê ya pêk hatî, jimara kesên jiyana xwe ji dest dayîn gihişt 167 kesan.

Megî yekem bahoza tropîkal e ku îsal li welatê Başûrê Rojhilatê Asyayê Fîlîpînan dixe.

Back to top button