Li Girkê Legê gel daket qadan, êrişên li ser gerîla û hevkariya PDK’ê şermezar kirin

Li dijî êrişên PDK’ê yên li ser gerîla û hevkariya wê ya bi dewleta Tirk re, li Rojavayê Kurdistanê rojane çalakiyên şermezarkirinê tên li dar xistin..
Li ser banga Meclisa Malbatên Şehîdan, îro şêniyên navçeya Girkê Legê daketin qadan.
Her wiha Meclisa Kantona Girê Spî jî bi daxuyaniyekê xiyaneta PDK`ê û hevkariya wê ya bi dewleta Tirk re şermezar kir.

Li dijî êrişên PDK’ê yên li ser gerîla û hevkariya wê ya bi dewleta Tirk re, li Rojavayê Kurdistanê rojane çalakiyên şermezarkirinê tên li dar xistin.

Di vê çarçoveyê de îro jî li Girkê Legê gel daket qadan.

Malbatên şehîdan, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê, saziyên civaka sivîl û oldar tevlî meşê bûn.

Meş ji qada şehîd Xebat Dêrik a li rojavayê navçeyê bi dirûşma “Em li dijî xiyanetê li ber xwe bidin û rûmeta xwe biparêzin” dest pê kir û li pêşiya sûka navendî veguherî mitîngê.

Di mîtîngê de endamê PYD’ê yê şaxê navçeya Girkê Legê Mihemed Cemîl axivî û diyar kir ku dîroka PDK`ê bi xiyanetê dagirtî ye û got:

“Ji ber ku piştgiriyê dide siyasetên qirker ên dewleta Tirk ku armanca wî tunekirina kurdan e.”

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê Narîşan Berekat jî axivî û bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku li ber hevkariya PDK’ê û dagirkeriya dewleta Tirk rabin..

Meclisa kantona Girê Spî êrişên PDK`ê li dijî gerîla û hevkariya wê şermezar kir

Her wiha Meclisa Girê Spî jî bi daxuyaniyekê xiyanet û ajantiya PDK`ê ji dewleta Tirk a dagirker şermezar kir.

Daxuyani li qada Meclisa Kantona Girê Spî ya li navçeya Eyn Îsayê ji aliyê hevserokê Komîteya Şaredariyan a Girê Spî Mihemed Derwîş hat xwendin.

Di daxuyaniyê de bang li gelên herêmê hate kir ku li dijî siyasetên PDK`ê û hevkariya wê serî hildin.

Back to top button