Waliyê Hewlêrê: Welatî ji ber êrişên Tirkiye û Îranê dibin qurbanî

Waliyê Hewlêrê Umêd Xoşnaw jî derbarê mijarê de diyar kir , hertim welatî, bi destê hêzên dewleta Tirk û Îranê, dibin qurbanî û got ew derbarê rewşê de bi Tirkiyê re di nava têkiliyê de ne.

Li aliyê din Waliyê Hewlêrê Umêd Xoşnaw jî derbarê girtina welatiyan de axivî û got;

“Saziya Peywendiyên Derve ya Hikumeta Herêmê, bi aliyên peywendîdar yên dewleta Tirk re, di nava têkiliyê de ne û derbarê binçavkirina welatiyan de lêkolînê dikin. Ti sedemek nîne ku xelkê sivîl li herêmê bibin qurbanî.”

Umêd da zanîn ku piştî encama Saziya Peywendiyên Derve, ewê jî bi konsolosê Tirkiyê re bi axivin û derbarê mijarê de lêkolînek cidî bikin.

Umêd herî dawî got; “Hertim xelkê Kurdistanê li herêmên ser sînor, bi destê hêzên dewleta Tirk û Îranê, dibin qurbanî.”

Back to top button