Lahor Şêx Cengî: PDK’ê gel dike qurbana berjiwendiyên xwe

Hevserokê Berê yê YNK’ê Lahor Şêx Cengî derbarê serdana Mesrur Barzanî ya li Tirkiyê peyamenk weşand.
Şêx Cengî got: “PDK’ê biryar daye gel bike qurbana berjiwendiyên xwe..”

Hevserokê Berê yê YNK’ê Lahor Şêx Cengî derbarê serdana Mesrûr Barzanî ya li gel Erdogan de peyamek belav kir.

Şêx Cengî diyar kir ku gelê başûr li cem rayedarên hikûmeta Herêmê ,ne giringe û got:

“Desthilata vê Herêmê bi qasî bi razîkirina welatên cîran û dijminên gelê me re mijûlin, bi gelê herêmê re mijûl nabin.”

Lahor Şêx Cengî anî ziman ku kilîta çareseriya derbaskirina pirsgirêkan Bexdaye, lê desthilata herêmê kom bi kom serdana paytextên welatên cîran dikin.

Şêx Cengî di beşeke din a peyama xwe de PDK’ê rexne dike û dibêje:

“Ev demeke min dest ji biraderên PDK’ê berdaye. Ji ber wan ji zû de biryar dane vî gelî bikin qurbana hizba xwe.”

Lahor Şêx Cengî: Em ê rê nedin boriya nefesa gel radestî dijmin bikin

Her wiha Şêx Cengî ji YNK û Tevgera Goran re jî dibêje:

“Hun her du jî şirîkên vê hikûmraniyê ne. Gelo hun qet fikra ceribandina gel dikin?

Piştî biryara Dadgeha Federal a Iraqê û peyama wezareta neftê ya Iraqê a ji bo hikûmeta Herêmê, ger hun jî wek PDK’ê israr bikin ku gaza xwezayî wek neftê lê bikin, bizanin kesê yekem li dijî we raweste wê ez bim.

Em rê nadin di bin navê aboriya serbixwe de boriya dawî ya nefesa gelê me radestî dijminên gelê me bikin.”

Back to top button