Heşdî Şebî: Ew balafira ku êrişî hêzên me kir vegeriya herêma Başûrê Kurdistanê

Heşdî Şebî ragihand ku ew balafira ku şeva borî êrişî hêzekî Heşdî Eşayerî ya li herêma Zûmar kir vegeriya Herêma Başûrê Kurdistanê û ew balafir ya Tirkiyeyê bû.

Endamê Polîtburoya Tevgera Sadîqun Mehmûd Rubeyhî di peyamek xwe ya li ser twitterê de, diyar kir ku di sûcê dijminek nû de şervanekî Iraqê li bajarê Nînowa hate kuştin û got:

“Bombeberan ji aliyê balafira Tirkiyeyê ve li ser baregeha Heşdî Eşayerî ya lîwaya 78 ya li herêma Zumar a ser bi parêzgeha Nînowa ve pêk hat.”

Ev êriş jî piştî serdana Serokwezîrê Herêma Başûrê Kurdistanê ya li Tirkiyeyê û hevdîtina wî ya li gel Erdogan pêk hate.

Mesrûr Barzanî piştî hevdîtinê ragihandibû ku herdu aliyan tekezî li ser berfirehkirina parastina ewlehiyê kirine.

Back to top button