KCDK-E: Her kes divê bibe dengê girtiyan

KCDK-E derbarê rewşa girtiyan li zindanên dewleta Tirk daxuyniyek da û bang li her kesî kir ku bibin dengê girtiyên siyasî..

Li ser navê Hevserokên KCDK-E’yê daxuyanî hate dayîn.

Hevserokan diyar kir ku dewleta Tirk a komkujer girtiyên siyasî bi awayekî hovane qetil dike û got:

“Dewleta Tirk hewl dide ku bi komkujiya li girtîgehan, malbatên girtiyan çavtirsandî bike û bi vê re êrişî civakê dike.

Divê ev êrişên hovane yên li ser girtiyan wekî êrişa li ser vîna gelê Kurd were dîtin.”

Hevserokan bang li her kesî kir ku bibin dengê girtiyên li hemberî teslimiyetê li ber xwe didin..

Back to top button