Aldar Xelîl: Bi vê dorpêçê dixwazin pêşî li hewildanên çareseriyê bigirin

Endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk-PYD’ê Aldar Xelîl dorpêca li ser Şêxmeqsud û Eşrefiyê nirxand û anî ziman ev kirin hewildanên pêşgirtina li rêyên çareseriyê ne.
Aldar Xelîl dibêje:
“Ti kes nikare vîna civaka şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi dorpêçan bişkîne.
Em jî nikarin li hember dorpêçkirina gelê xwe temaşeker bimînin û hewl nedin.”

Di demekê de ku gelên Sûriyê hêviya çareserkirin û gavên ber bi diyalogan ve ji hikumeta Şamê dikin, li ser erdê berovajî wê tê kirin.

Hikumeta Şamê ya ku bi zihniyet û siyasetên xwe rewşa Sûriyê gihand vê rewşê û xerab kir, niha jî gavên kûrkirina aloziyê diavêje.

Ya herî dawî jî, dorpêçkirina taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bûn.

Tevî dorpêçkirina Şehbayê, ev zêdeyî mehekê ye ev herdu tax di bin dorpêça hêzên rejîma Sûriyê de ne.

Endamê Desteya Rêveber a PYD’ê Aldar Xelîl der barê rewşa heyî û siyaseta hikumeta Şamê ya li dijî gelên Sûriyê, ji ajansa Hawarê re axivî.

Aldar Xelîl diyar kir ku hin alî bi polîtîkayên dorpêçê dixwazin pêşî li hewildanên çareseriyê bigirin.

Aldar Xelîl: Vîna gel bi van hewldanan nayê şikandin

Aldar Xelîl da zanîn ku bi van hewildan û ambargoyan, vîna gelê ku li dijî hemû cureyên êrişan li ber xwe daye, nayê şikandin.

Back to top button