Parlementerê Hevpeymaniya Fetih Elî Fetlawî li ser civîna Mesrûr Barzanî ya li gel Erdogan dibêje:
“Civîna Barzanî û Erdogan bêrêziyek eşkere bû li beramberî serweriya Iraqê û gelê wê.”
Fetlawî ji malpera Melûme re axivî û diyar kir civîna navbera wan de civîneke veşartî bû û ev got:
“Ji ber ger civîneke fermî ba, divê di warê protokolî de hevsengî heba.
Diviyabû aliyê Tirk rêz li hikûmeta navendî û Herêmê bigirta.
Lê ya hatî dîtin, ti rêzgirtinek ji şandeya hikûmeta Herêmê re nehat girtin.”
Elî Fetlawî da zanîn ku dewleta Tirk her roj deverên sînorî bombebaran dike û baregehên leşkerî ava dike.
Dawiyê Elî Parlementerê Hevpeymaniya Fetih tekez kir ku ev civîn bêrêziyeke eşkere bû li beramberî serweriya Iraqê û gelê wê.