Ji Pakistanê bo Efxanistanê hişyarî: Êrişên di nava xaka xwe de bidin rawestandin

Aloziya di navbera Pakistan û Efxanistanê de zêde dibe.
Pakistanê bang li Efxanistanê kir ku êrîşên li dijî wan bidin rawestandin.
Ev hişyarî jî piştî êrîşa esmanî ya Pakistanê ku li dijî Efxanistanê pêk anî û tê îdiakirin 6 kes hatine kuştin pêk hat.

Aloziya di navbera du welatên cîran Pakistan û Efxanistanê de, zêde dibe.

Pakîstan doh bi daxuyaniyekê got, êrîşên li ser sînorê welat ku aliyê hêzên Efxanistanê ve li dijî hêzên me yên ewlekariyê dikin pir zêde bûne.

Beriya vê daxuyaniyê hatibû îdiakirin ku artêşa Pakistanê li ser xaka Efxanistanê êrîşeke mûşekî pêk anîbû û di encamê de 6 kes hatibûn kuştin.

Ji rayedarên Talîbanê hat xwestin ku li dijî êrîşên li ser sînor “tedbîrên tund” bigirin.

Li eyaleta Kunar a rojhilatê Efxanistanê doh ji aliyê artêşa Pakîstanê ve êrîşeke hewayî pêk hat û di encamê de jinek û 5 zarok hatin kuştin.

Li gorî daxuyaniyên rayedarekî herêmî yê Talîbanê û niştecihên wê, êrîş li qada hewayî ya Efxanistanê ji aliyê aliyê balafirên Pakîstanê ve hatiye kirin.

Wezareta Karên Derve ya Pakistanê ev îdîa piştrast nekir.

Balyozxaneya Pakistanê ya li Kabîlê jî îdiaya ku wan êrîş li ser axa Efxanistanê pêk anîne red kir.

Ji talîban bo Pakistan: Wê encamên xerab yên êrişê derkevin

Berdevkê hikûmeta Talîbanê, rêveberiya Pakistanê bi tundî hişyar kir û got:

Eger ev êriş dubare bibin, wê encamên xerab derkevin.

Hikûmeta Talîbanê jî got,

“Ev zulm e û rê li ber dijminatiya di navbera Efxanistan û Pakistanê vedike.

Divê Pakistan bizane ku eger şer dest pê bike, ev yek wê ne di berjewendiya tu kesî de be.”

Pakistanê îdia kiribû ku 15’ê Nîsanê ji ber êrişa hêzên Efxan li bajarê Wzîristanê 7 kes hatibûn kuştin.

Mîsyona Neteweyên Yekbûyî ya li Efxanistanê UNAMA, xemgîniya xwe ya li ser bûyeran anî ziman û banga hestiyariyê kir.

Back to top button