Koreya Bakur di çarçoveya “zêdekirina kapasîsteya parastinê û hêza şerê nukleerî” de ceribandineke nû ya leşkerî pêk anî. Ceribandina sîstema nû ya çekê di bin çavdêriya lîderê Koreya Bakur Kîm Jong-ûn de pêk hat.
Li gorî medya dewletê ev ceribandin “ji bo zêdekirina kapasîteya parastinê û hêza şerê nukleerî” hate kirin.
Hate ragihandin ku ceribandin bi rengekî serketî hatiye kirin, lê nehate eşkerekirin ku li ku derê û kengî hatiye kirin.
Koreya Bakur li gel pêkanînên DYA’yê jî îsal gelek ceribandinên leşkerî kir.
Rêveberiya Pyongyangê ji despêka salê ve jî lez da xebatên ceribandina moşekan.
Di nava 3 mehê derbasbûyî de, rêveberiya Koreya Bakur 11 moşek ceribandin.
Yek ji van jî ceribandina moşeka balîstîk a navbera parzemînan bû ku meha derbasbûyî hate ceribandin.