Li dijî tecrîda li ser Rêber Apo ciwanan li Şehbayê meşek lidarxist

Bi dirûşma ‘Bi pêşangiya ciwanên Apocî, em ê azadiya fîzîkî ya rêbertî pêk bînin’ Tevgera Ciwanên Şoreşger li dijî tecrîda li ser rêber Apo meşek li Şehbayê darxist.

Meşê di navbera navçeya Ehres û gundê Til Qirah ên Şehbayê de dest pê kir.

Li meydana rojhilatê gund li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan daxuyaniyek ji aliyê Zîn Henan ve hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ewê têkoşîna xwe ya li dijî tecrîdê bê navber dewam bikin.

Bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan hat kirin ku erka xwe ya rabin û li dijî tecrîdê helwestê nîşan bidin.

Back to top button