Musa Çiftcî ku 28 rojan girtî bû qala êşkenceyên PDK’ê kir

Musa Çiftcî yê HDP’î ku li Hewlêrê ji aliyê PDK’ê ve 28 rojan hat girtin, qale rewşa li girtîgehan û êşkenceya PDK’ê dike.
Çiftcî tîne ziman ku kesekî ku bavê wî ji aliyê DAIŞ’ê ve hatiye şehîdxistin, li gel DAIŞ’yên girtî di yek hucreyê de bû.

Mûsa Çîftçî xelkê Bakurê Kurdistanê ye û siyasetmedarekî HDP’ê ye.

Li bajarê Colemêrgê demekê serokatiya HDP’ê kiriye.

Çend caran ji aliyê dewleta Tirk ve tê girtin, lewma ji ber zilma dewleta Tirk berê xwe dide Başûrê Kurdistanê.

Mûsa Çîftçî ev nêzî 7 salin li Başûrê Kurdistanê dijî û di destpêka meha adarê de dema diçû Hewlêrê, ji aliyê PDK’ê ve hat girtin..

Çiftcî 28 rojan gîrtî ma û di destpêka Nîsanê de hat berdan..

Musa Çiftcî qala rewşa xwe û girtiyên din ên di girtîgehên PDK’ê de dike û dibêje:

“Weke dijmin nêzî min dibûn. Ez li Tirkiyê çend caran hatime girtin û çend salan di girtîgehê de mame, lê tişta ku min di girtîgeha PDK’ê de dît, min di girtîgeha Tirkiyê de nedît.

Di 28 rojan de min 8 kîlo kêm kir. Ji ber rewşa xerab a girtîgehê, ji wê rojê heta niha, tenduristiya min xerabe û nexweş ketim.

Di girîgeha PDK’ê de hemû curên girtiyan têkilhev kirine..”

Musa çiftcî diyar kir ku pêşmergeyekî ku şerê DAIŞ’ê kiriye û astengdar bû, ew û DAIŞ di yek odeyê de bû û wiha axaftina xwe domand:

“Yek hebû, bavê wî di şerê li dijî DAIŞ’ê de şehîd bû, ew jî di girtîgehê de li gel kujerê bavê xwe girtî bû.

Beşek ji wan, ev 14 mehin li Behdînan hatine binçavkirin û agahiya ti kesî ji wan tune.”

Mûsa Çîftçî anî ziman ku kurdên parçeyên din ên li Başûrê Kurdistanê û bi taybet li herêmên di bin desthilata PDK’ê de, di bin gefa radestkirina Tirkiyê de ne û got:

“HDP li Tirkiyê partiyeke fermî ye û xwedî şaredarî û parlamenterane, lê li Hewlêrê kes nikare bêje ez endamê HDP’ê me.

Mafê ti kesî nîne ku parêzerê wî hebe..

Di nava 25 rojên girtîgehê de rê nedan ez xizmên xwe agahdar bikim ku di girtîgeha PDK’ê de me.”

Back to top button