Rûsya li Xarkovê êrişî sivîlan kir

Artêşa Rûsya bi çekên giran êrişî bajarê Xarkov yê Ûkrayna kirin. Hêzên Rûsya yên Mariupol dorpêç kirine heta saet 12:00 şevê dem da hêzên Ûkrayna ku xwe radest bikin. Serokomarê Ûkrayna Zelensky jî dibêje ger leşkerên wan bên kuştin ew ê tevahî hewildanên danûstandinê bên rawestandin.

Rûsya bi çekên giran êrişî bajarê Xarkov yê li bakur-rojhilatê welat kir.

Di êrişê de agir bi avahiyên sivîlan ket.

Li aliyekî din jî dîmenê êrişa artêşa Rûsya ku 15 Nîsanê li ser bajar pêk aniyê hat weşandin.

Di êrişê de, 7 sivîlan jiyana xwe ji dest dabûn û 34 jî birîndar bûbûn.

Li Borodyankaya herêma Kîevê jî cenazeyê 41 kesan ji bin kavilan hatin derxistin.

Li Mariupol banga xweradestkirinê li leşkerên Ûkrayna hat kirin

Li Mariupolê jî hêzên Ûkrayna di nava dorpêçê de mane.

Wezareta Parastinê ya Rûsya ragihand ku ji bo xwe radestkirina hêzên Ûkrayna wan ji saet 05:00 sibê heta 12:00 şev dem daye.

Ji bo vê yekê banga xweradestkirinê li leşkerên Ûkrayna hat kirin.

Beriya banga Rûsyayê ya ji bo radestkirina hêzên Ûkraynayê, Serokomarê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky got;

Rewşa bajarê Mariupolê gelekî giran e û hikûmeta wî rojane bi hêzên leşkerî yên li wî bajarî re di têkiliyê de ye.

Zelensky diyar kir ku ger leşkerên Ûkraynayê li Mariupolê bên kuştin wê hevdîtinên aştiyê yên bi Moskowê re jî bên betalkirin.

Ûkrayna: Heta niha 21 rojnamevan hatine kuştin

Lîsteya rojnamegerên di şer de hatine kuştin, di rapora Komîteya Azadiya Ragihandinê ya li ser malpera Parlamentoya Ûkraynayê de hat weşandin.

Li gorî raporê, ji despêka êrişên Rûsya û heta niha 21 rojnamevan hatine kuştin.

Rûsya: 23,367 leşkerên Ûkrayna hatine kuştin

Wezareta Parastinê ya Rûsya jî bîlançoya şerê 53 rojin li ser xaka Ûkrayna pêk aniye eşkere kir.

Berdevkê Wezaretê Îgor Konaşenkov diyar kir ku hêzên wan balafireke kargo ya çekên welatên rojava ji bo Ûkrayna şandî li herêma Odessa xistine.

Kornaşenkov got, Heta niha 23 hezar û 367 leşkerên Ûkrayna hatine kuştin.

Her wiha 134 balafir û 2 hezar û 269 tank û maşîneyên zirxî yên Ûkrayna hatine têkbirin.

Ûkrayna: 20,300 leşkerên Rûsya hatine kuştin

Sererkaniya Ûkrayan jî ragihand ku heta niha 20 hezar û 300 leşkerên Rûsya hatine kuştin û 165 balafir, 146 helîkopter û 773 tank hatine bêkêrkirin.

Back to top button