Bi hezaran şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li dijî dorpêçê daketin kolanan

Li dijî dorpêça Hikûmeta Şamê ya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eîrefiyê yên li Helebê, bi hezaran şêniyên her du taxan daketin kolanan. Şêniyan diyar kirin ew ê planên Hikûmeta Şamê têk bibin û serî ji tu kesî re netewînin.

Şênî li pêşiya Hola Civînan a Taxa Şêxmeqûd Xerbî kom bûn û li kolanên sereke yên taxê meşiyan.

Di meşê de dorpêça li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê hate şermezarkirin.

Piştî meş veguherî mitîngê, endamê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD’ê) Mirî El Şiblî axivî û diyar kir gel wê bi têkoşîn û berxwedana xwe li dijî komplgeran wê bi ser bikevin.

Di dawiya meşê de şêniyan daxwazên xwe gihandên Tugaya Çaran a Hikûmeta Şamê ya ku dorpêç li ser her du taxan pêk anîye û banga rakirina dorpêçê kir.

Back to top button