TÊKILIYÊ NAVBERA EMERÎKA Û TIRKIYE DE SAR DIBIN Û TÊN RÛXANDIN

Emerîka duh ragihandin ku ew nema pîlotên Tirkiyê li ser balafirên f-35 perwerde dikin û êdî nema pêşwazîya pîlotan dikin.

Alîkarê Wezîrê Parastina Emerîkayê diyar kir ku kirîna Tirkiyê ji pergala S-400 re rûxandina têkiliyên Emerîka bi Tirkiyê re ye.

Roj bi roj têkiliyên Emerîka bi Tirkiyê re sar dibin û Tirkiye jî di nava du agiran de heyirî maye.

Duh Sekretera kirîn û firotinê ya Wezareta Parastinê ya DYA’yê Ellen Lord daxuyaniyek da çapemeniyê.

Ellen Lord teqez kir ku eger heta dawiya 31’ê Tîrmehê dewleta Tirk dev ji kirîna sîstema S-400 bernede, di rewşa heyî de wê pîlotên Tirk ên perwerdehiya F-35’an dibînin dersînor bikin û ji bo hilberandina F-35’an peymanên li gel kargehên Tirk kirîn jî betal bikin.

Ji aliyê xwe ve Cîgir û şûngirê Wezîrê Parastina Emerîkayê Patrick Shanahan hişyarî da Tirkiyê û got:

Kirîna Tirkiyê ji pergala S-400 re, dê bandorekî xwe yê neyînî li ser Tirkiyê bîne, nemaze di milê aborî de.

Şanahan destnîşan kir ku ev gava Tirkiyê li dijî hevkariya Tirkiye û Emerîka ye û dê têkilyên wan bi Tirkiyê re hilweşîne.

Ji bo bêhtir gurkirina agirê navbera Emerîka û Tirkiyê de, Rûsiyê jî duh deng xwe hilda û diyar kir ku di du mehên pêş de ew ê pergala S-400 radestî Tirkiyê bikin.

Bi vê yekê deriyên cezayan li ser Tirkiyê ji aliyê Emerîkayê ve tên vekirin, nemaze ku berî niha gelek caran Emerîka hişyarî dabû Tirkiyê ku ew ê rasîtî qanûna ‘KATISAYÊ’ were.

Ev yek jî ji ber hevpeymanên wê bi Rûsiyayê re yên di milê leşkerî de.

Leave a Reply

Back to top button