HPG: Di se’etên pêşî yên êrişan de 28 dagirker hatin kuştin

Êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Parastinê yên Medyayê bi hevkariya PDK’ê dest pê kirin.
Şevê din artêşa Tirk a dagirker li ser Zap, Metîna û Avaşînê êriş da destpêkirin.
Navenda Ragihandina HPG’ê li ser vê êrişê ragihand li Şikefta Birîndara a Herêma Zapê 8 dagirker hatin kuştin û got:
“Pêla yekem a êrişên bejahî hat têkbirin.”

Plana ku demeke behsa wê dihat kirin, duh ket pratîkî.

Dewleta Tirk careke din bi hevkariya PDK’ê dest bi êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir.

Ya li vir xuya dibe, ev plan yekser piştî serdana Mesrûr Barzanî ji Tirkiyê re û civîna wî û Erdogan hat destpêkirin.

Şevê din se’et 10’an bi balafirên şer herêmên Zap, çiyayê Korêjaro yê Şêladizê, Metîna û Berwarî-Bala bombebaran kirin.

Piştî bombebaranê, dewleta Tirk bi dehan helîkopteran hewl da li qadên navborî leşkerên xwe deyne.

Ev helîkopter jî ne ji xeta Bakurê Kurdistanê, ji aliyê Başûrê Kurdistanê ve li ser xeta Bamernê-Amediyê li Baregeha xwe ya Şêladizê derketin.

Têkildarî vê êrişê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê agahî dan.

HPG’ê ragihand dewleta Tirk piştî bombebarana dijwar hewl da li Çiyayê Reş, Şikefta Birîndaran û Kurêjaro leşkerên xwe deyne herêmê, lê rê nehat dayîn.

HPG’ê eşkere kir di dema ku dewleta Tirk xwest leşkeran deyne Şikefta Birîndaran, ket kemîna gerîla.

Gerîlayan bi rêya sabotajê li dagirkeran xist û pêşî li pêşveçûna dagirkeran girtin.

HPG: Pêla yekemîn a êrişên dewleta Tirk hat şikandin

Navenda Ragihandin HPG’ê diyar kir ku pêla yekem a êrişên bejahî yên artêşa dagirker hat şikandin û got:

“Li Şikefta Birîndaran a Zapê leşkerên Tirk di bin kontrola me de ne.

Niha şerekî dijwar li herêma Kurêjaro diqewime.”

Herî dawî jî navenda ragihandina HPG’ê eşkere kir di se’etên pêşî yên êrişan de 28 dagirker hatin kuştin, 9 jî hatin birîndarkirin û 2 helîkopter jî hatin xistin.

Back to top button