Aldar Xelîl: Bila gelê me herdem hişiyar be

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl li dijî plan û êrişên dawî yên dagirkeriya Tirk û û hevkariya PDK’ê, nirxandin kir.
Aldra Xelîl bang li gelê herêmê kir ku her kes li ber xwe bide û li gorî wê xwe amade bike.

Têkildarî plan, êrişên dawî yên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl ji ajansa Hawarê re nirxandin kir.

Aldar Xelîl anî ziman niha plana êrîşeke nû tê kirin û divê gel hişiyar be û li ber xwe bide.

Aldar Xelîl: Dîwarê ku tê lêkirin plana Tirkiyê ye

Aldar Xelîl behsa lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de jî kir û got:

” Ev dîwar, ne plana hikumeta Iraqê, plana dewleta Tirk û PDK ye.”

Aldar Xelîl: Bila PDK li xwe vegere ji ber hebûna wan jî dikeve metirsiyê

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl dawiya axaftina xwe jî ev peyam da:

“Bila PDK”ê li xwe vegere ji ber bi vî rengî hebûna wan jî dikeve metirsiyê.”

Back to top button