Dr.Fernaz Etiye: PKK’ê partiyeke aştîxwaze, ne terore

Lêkolînera zanistên siyasî Dr. Fernaz Etiye, diyar kir ku xistina navê PKK’ê di ”lîsteya terorê” de mijareke siyasî ye û ne qanûnî ye. He wiha got, li şûna PKK’ê ya ku ji bo projeya neteweya demokratîk têkoşîn dike, divê Tirkiyê bikeve lîsteya terorê.

Fernaz Etiye ku di hevdîtineke taybet de têkildarî mijara xistina PKK di lîsta terorê de ji acansa HAWAR ê re axivî dibêje

“Dewletên komploger ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî taybet li Rojhilata Navîn navê PKK’ê xistin lîsteya berjewendiyên şovenist “lîsteya terorê .

Etiye destnîşan kir ku “PKK’ê parastina doz û mafên gelê Kurd dike, PKK’ê partiya yekem e ku li gorî neteweya demokratîk banga jiyana hevbeş a aştiyane dike ku wekheviyê misoger dike.”

Fernaz Etiye di dewama axaftina xwede got:

” Sîstema Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê sîstemeke federal e û nimuneyeke serkeftî ji neteweya demokratîk e.

Lêkolîner Fernaz Etiye di dawiya axaftina xwede got

“Pêwîstiya Kurdan bi kaxzekê zextê li ser Tirkiyê û civata navneteweyî û dewletên xwedî berjewendî li Rojhilata navîn hene da ku doza xwe biparêzin û partî ji lîsteyan bê derxistin.”

Back to top button