2. KONFRANSA YPJ’Ê BI BEŞDARBÛNA 200 DELEGEYAN HAT LIDARXISTIN

‘Em bi rihê Leyla û bi hêrsa Avesta’yan, xwe ji nûve ava bikin û dagirkeriyê têk bibin’ bi vê sloganê Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê konferansa xwe ya duyemîn li dar xist. YPJ’ê got; Me weke YPJ’ê, çawa di rizgarkirin û tinekirina DAIŞ’ê de, rista pêşengtiyê leyîst, wê rista pêşengtiya avakirina civaka azad, demokratîk û wekhev bigre ser milên xwe.

Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê konferansa xwe ya duyemîn di 1 û 2’ê hezîranê de li dar xist.

Konfrans bi slogana “Em bi rihê Leyla û bi hêrsa Avesta’yan, xwe ji nûve ava bikin dagirkeriyê têk bibin” û beşdarbûna 200 delegeyan pêk hat.

YPJ’ê têkildarî konfransê bi daxuyaniyekê wiha got:

Di vê mehê de lidarxistina konferansê, bêguman ji bo jinên Rojhilata Navîn û jinên Kurd xwedî wateyeke dîrokî ye û pêşxistina tekoşîna hevbeş îfade dike.

Xalên herî serekê yên di konferansa me de hatin ziman û li ser hatin sekinandin, rewşa siyasî-leşkerî, pratika şerê 7 salan, xwe ji nûve avakirin, avakirina rêziknameya YPJ’ê.

YPJ’Ê: EM Ê RISTA PÊŞENGTIYA AVAKIRIAN CIVAKA AZAD BIGRIN SER XWE

Her wiha biryarên di derbarê şehîdan, perwerde û pîlansaziya 2 salan de hatin girtin.

Me weke YPJ’ê, çawa di rizgarkirin û tinekirina DAIŞ’ê de, rista pêşengtiyê leyîst, di konferasê de biryarbûn derket ku wê YPJ’ê, rista pêşengtiya avakirina civaka azad, demokratîk û wekhev bigre ser milê xwe.

Tevahî dinyayê şahidî ji tekoşîn û şerê YPJ’ê, li hemberî çeteyên DAIŞ’ê meşand re kir.

Hebûna jinê di vê şerî de, di dunyayê de bû mînak û bi xwe re pir qalibên hişmendiya kevnar, paşverû yên di derbarê jinê de şikandin.

Ev yek bû nîşaneya ku YPJ’ê, ne tenê şerê DAIŞ’ê dikir, di heman demê de şerê hişmendiya 5 hezar sal dikir.

Em weke YPJ’ê xwe di ber parastina hemû jin, gelan û zarokan de berpirsyar dibînin.

Ji ber hîna di Sûriyê, rojhilata navîn û cîhanê de li ser jin, zarok û netewan xeteriyên mezin dewam dikin.

Leave a Reply

Back to top button