Di êrişa Pakistanê ya li ser rojhilatê Efxanistanê de nêzî 50 kes hatin kuştin

Aloziya navbera Efxan û Pakistanê tundtir dibe.
Hikimeta Pakistanê îdia dike ku ji nava xaka Efxanistanê bi domdarî êrişî hêzên wan yên parastinê têne kirin.
Li dijî vê Pakistanê êrişî rojhilatê Efxanistanê kir.
Di êrişê de nêzî 50 kes hatine kuştin.
Efxanistan dibêje piraniya kesên hatine kuştin jin û zarokin.

Piştî ku Talîbanê di Tebaxa 2021’ê de desthilatdarî xiste destê xwe, li ser sînor rageşiya navbera herdu welatan zêde bû.

Pakistan ji rêveberiya nû ya Efxan dixwaze ku li dijî komên ji xaka wan êriş dikin ‘tedbîrên tund’ werbigire.

Li gorî Îslamabadê komên çekdar ên mîna Tehrîk-î Talîban Pakistan (Tevgera Talîbanê ya Pakistanê) ji xaka Efxan êrişan dikin.

Di heman demê de ev koma ku weke Talîban a Pakistanê tê pênasekirin ji Talîban a li Efxanistanê re cuda jî be, xwedî heman îdeolojiyê ne.

Talîban a Pakistanê hem li Efxanistanê hem jî li Pakistanê xwedî endamane.

Li gorî rêveberê çand û ragihandinê yê bajarê Host ê Efxanistanê Şabîr Ahmed Osmanî ku agahî da AFP’ê li herêma Dûrandê ya wîlayeta Hostê di êrişên hewayî yên hêzên Pakistanê de piraniya wan jin û zarok 41 sivîl hatin kuştin.

Herwiha, 22 jî birîndar bûn.

Du rayedarên cuda yên li wîlayeta Hostê jî heman bîlanço piştrast kirin.

Rayedarekî din ê Efxan diyar kir ku li wîlayeta Kûnarê ya cîran jî 6 kes hatine kuştin.

Hate ragihandin ku êrişa li Kûnarê bi helîkopterê hatiye kirin û li dijî çar gundan pêk hatiye.

Rayedar got, “Tenê li malên sivîlan hate xistin.”

Pakistanê îdia kiribû ku 15’ê Nîsanê ji ber êrişa hêzên Efxan li bajarê Wzîristanê 7 kes hatibûn kuştin.

Beriya niha Berdevkê hikûmeta Talîbanê, rêveberiya Pakistanê bi tundî hişyar kir û gotibû:

Eger ev êriş dubare bibin, wê encamên xerab derkevin.

Mîsyona Neteweyên Yekbûyî ya li Efxanistanê UNAMA, xemgîniya xwe ya li ser bûyeran anî ziman û banga hestiyariyê kir.

Back to top button