Zelensky: Ji ber êrişên ser Başûrê Ûkrayna divê cîhan bi cezayan bertek nîşan bide

Rûsya ya leşkerên xwe ji bakurê Ûkrayna vekişandî bi hemû hêza xwe êrişî başûrê welat dike. Bajarê Mariupol jî di nav de li Xerson û Zaporijya şerên dijwar rûdidin. Serokê Ûkraynayê Zelensky got, Divê cîhan bi cezayan bertek nîşanî kiryarên artêşa Rûsya yên li başûrê welêt bide.

Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky doh di axaftina xwe ya rojane ya ji gel re, şerê Rûsya û Ûkraynayê ku 53 roj li pey xwe hişt nirxand.

Volodymyr Zelensky got, “Divê cîhan li hemberî kiryarên dagirkeran ên li herêmên Xerson û Zaporozhye yên li başûrê Ûkraynayê bertek nîşan bide.”

Serokê Ûkraynayê, îdia kir ku artêşa Rûsyayê odeyên îşkenceyê yên binçavkirinê ava kirine û ev tişt anî ziman:

“Rêvebirên me yên herêmî û rêvebirên komeleyên navdar tên revandin. Mamoste tên şantajkirin. Pereyên wan tên desteserkirin. Alîkariyên mirovî tên dizîn. Mirovan ber bi birçîbûnê ve dibin.”

Volodymyr Zelensky îşaret bi wê yekê kir ku artêşa Rûsyayê amadekariya êrîşa li rojhilatê welat dike û wiha domand:

“Bi gotinekê, ew dixwazin Donbassê jî mîna ku çawa niha Mariupolê
wêran kirin, wê jî tine bikin. Dixwazin herêmên Donetsk û Lûganskê ji erdê paqij bikin.”

Zelensky: Li Xarkovê di nava 4 rojan de 18 kes hatin kuştin û 106 jî birîndar bûn

Zelensky da zanîn ku di 4 rojên dawî de li bajarê Xarkovê ku bi domdarî di bin bombebaranê de bû 18 kes hatin kuştin û 106 kes jî birîndar bûn.

Zelensky êrîşên artêşa Rûsyayê wek terora bi zanebûn bi nav kir û got, Rûsya hewil dide civaka Ewropa bêistiqrar bike.

Zelensky: Ev 53 rojin em li benda çekên dixwazin e

Zelensky diyar kir ku ew 53 roj in li benda çekên ku xwestine ne.

Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky li ser formûlasyona hin şandina çekan a ku wê di meha Gulanê de dest pê bike red kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir:

“Ez dixwazim eşkere bikim.

Her derengxistina çekan, her dirêjkirina siyasî destûrek e ku Rûsya jiyana Ûkrayniyan bikuje ye.”

Back to top button