ŞEHBA.. RÛBEREKE FIREH JI ZEVIYÊN GENIM Û ZEYTÛNAN ŞEWTÎN

Ji destpêka mewsima îsal ve li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şewata zeviyan ne rawistiyaye. Li Kantona Şehbayê jî şewat bi zeviyê genim û ceh ket ku di encamê de rûbareke fireh şewtî.

Li başûrê rojavayê gundên Til Sosîn û Maratayê yên Kantona Şehbayê rûbereke fireh a zeviyên genim û darên zeytûnan şewitîn.

Tevî vemirandina agirê zeviyan jî zererek mezin çêbû.

Lê heta niha sedemê ku çawan agir derketiye ne hat zanîn.

Hêjayî bibîrxistinê ye di demên derbas bûyî de dewleta tirk û çeteyên wê yên ku xelkê Efrînê yên resen ji cih û warê wan derdixistin agir bi xwezaya herêmê dixistin.

Doh jî leşkerên artêşa Tirk a dagirker ên li ser sînor, gule berdan gundên bajarokê Til Helefê yên Serêkaniyê.

Di encamê de zêdeyî hezar û 500 donim zevî genim şewitîn.

Leave a Reply

Back to top button