Ji YE bo Ûkrayna paketa alîkariya ji 50 milyon euro

Ewropa ji bo piştevaniya Ûkrayna û rawestandina êrişên Rûsya li ser welat, alîkariya bû Kîevê zêde dike. YE ji bo alîkariya mirovî ya Ûkrayna wê 50 milyon euro yên din xerc bike. Seroka Konseya Ewropa Von der Leyan jî bang li welatên yekîtiyê kirin ku çekên bo Ûkrayna pêwist peyda bikin. Di vê navberê de rêveberiya Ûkrayna ragihand ku wan forma ji bo endamtiya yekîtiyê pêwist temam kirine.

Welatên rojavayî ji bo piştevaniya Ûkrayna alîkariya madî dişînin.

Yekîtiya Ewropayê (YE) ragihand ku ew ê 50 milyon euroyên din ji bo alîkariyên mirovî yên ji bo Ûkraynayê xerc bikin.

Yekîtiyê doh bi daxuyaniyekê ragihand ku wê alîkariya deverên ji ber êrişan wêran bûne bikin.

Hat ragihandin ku 45 milyon euro ji pereyê ku hatiye pêşbînîkirin ji bo projeyên mirovî yên li Ûkraynayê, 5 milyonê mayî jî ji bo welatê cîran Moldovayê hatiye veqetandin.

Ji destpêka şer ve bi sed hezaran koçberên ji Ûkraynayê derbasî Moldova bûne.

Mîqdara navborî wekî beşek ji pakêta mîlyarek euroyî ya ku Komîsyona YE ya ji bo konferansa Ûkraynayê ya hefteya borî de hate ragihandin, tê pêşbînîkirin.

Yekîtiyê diyar kir ku wan bi tevahî 143 milyon euro alîkariya mirovî daye kesên ku ji êrîşa Rûsyayê zirar dîtine.

Leyen: Divê welatên YE bi lez çekan ji Ûkrayna re bişînin

Her wiha Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen bang li welatên endamên YE kir ku bilez çekan bidin Ûkraynayê.

Von der Leyen got; Pakêta paşerojê ya cezayên YE yê dibe ku banka Sberbank a Rûsyayê û nefta wê bike armanc.

Leyen ji rojnameya Almanî Bild am Sontag re axivî û got, “Ev ji bo hemû welatên endam derbasdar e. Yên ku bi lez û bez sîstema çekan bidin divê bidin, ji ber ku yekane rêya rizgarkirina Ûkraynayê têkoşîna parastina tund a li dijî Rûsyayê ye.”

Ûkrayna ji bo endamtiya YE forma pêwist temam kir

Ji Serokatiya Ûkraynayê Îhor Zhovkva ragihand ku wan di pêvajoya serlêdana YE de forma pêwîst tije kirine.

Li gor nûçeya rojnameya The Guardianê Îhor Zhovkvayê got,

“Îro aliyê Ûkraynayê belgeya pêwîst temam kir.”

Li ser mijarê wê Konseya Ewropayê di navbera 23-24’ê Hezîranê de civînekê li dar bixe.

Back to top button