Serokomarê Îranê Reîsî gef li Îsraîlê xwar

Di navbera Tel Evîv û Tahranê de peyamên gefxwarinê careke din tuj bûne. Serokomarê Îranê Reîsî gef li Îsraîlê xwar û got: Di gefeke biçûk ya li dijî Îranê de, hêzên me wê dilê we bike armanca êrişan.

Îro li paytext Îran Tahranê merasîmeke leşkerî pêk hat.

Di merasîmê de, rêveberên asta herî jor a welat amade bûn.

Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî jî di merasîmê de got: “Divê Rejîma Siyonîst vê bizane. Eger hûn li dijî welatê me çalakiyeke herî biçûk jî bikin, hêzên me yên çekdar wê dilê we bikin armanca êrişan.”

Îsraîl jî ji aliyê xwe ve her teqez dike ku ew ê Tehranê weke “dewleteke nukleerî” qebûl neke.

Ev yek hemwextî wê yekê hat ku bernameya peymana nukleerî ya li Awisturya ku sala 2015’an hatî îmzakirin careke din ser masê ye.

Nêzîkî salek danûstandinên nerasterast di navbera Tehran û Washingtonê de li ser peymana nukleerî ya meha borî hatin rawestandin pêk tê.

Îsraîl diyar kir ku ew bi ti peymanekê ve girêdayî nabin û eger pêwîst bike dibe ku li dijî tesîsên nukleerî yên Îranê çalakiyên yekalî pêk bînin.

Serfermandarê Giştî yê Artêşa Îranê Seyîd Ebdulrehîm Mûsewî duh di daxuyaniyekê de ragihandibû, artêş wê bi tundî bersiva her gefekê bide.

Mûsewî got: “Artêş şerên rasteqîne kiriye û ezmûnek bidest xistiye ku dihêle ew bi jêhatî bersiva her gefekê bidin. Artêşa Îranê karîbû stratejî û rêbazên şer ên guncav ji bo şerên nû pêş bixe. Dijmin divê fêhm bike ku her tevgerek li dijî Îranê dê berdêlên giran hebe.”

Back to top button