Remzî Kartal: PDK li ser Kurdan xeteriyeke mezin e, divê her kes seferber bibe

Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal derbarê êrişên dewleta Tirk û PDK’ê de got PDK bi her awayî teslîmî dewleta Tirk buye û got, “PDK`ê li ser Kurdan xeteriyeke mezin e, divê her kes li dijî wê bikeve nava tevgerê.

Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal têkildarî êrişên dewleta Tirk û PDK’ê yên li ser başûrê Kurdistanê ji ANHA’yê re axivî.

Kartal diyar kir êriş di çarçoveya planeke hevbeş a dewleta Tirk a dagirker û PDK`ê de pêk tên.

Remzî Kartal diyar kir ku dewleta Tirk û PDK`ê hewl dan bi êrişên Nîsana 2021`an de, encaman bi dets bixin, lê berxwedana gerîla ev êrişên heta niha dewam dikin, vala derxist.

Kartal got: “Hikumeta AKP-MHP`ê di nava krîzke mezin de ye.

Hilbijartin li ber derî ne, ji lewre hikumeta AKP`ê hewl dide bi rêya van êrişan encaman bi dest bixe û emrê xwe dirêj bike.”

Remzî Kartal: PDK bi temamî radestî dewleta Tirk buye

Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal bal kişande li ser hevdîtina dawî ya Mesrûr Barzanî û Erdogan û wiha got,

Gelê Kurd baş dizane ku êrişa dawî planeke hevbeş a dewleta Tirk a dagirker û PDK`ê ye.

Remzî Kartal bal kişand ser girîngiya helwesta hêz, partî û rêxistinên Kurdistanî ya li hemberî hevkariya PDK`ê bi dewleta Tirk re û got:

“Divê hemû hêzên Kurd û kurdistanî, rewşenbîr, nivîskar û ciwan seferber bibin.

Ji ber ku ev plana li dijî Kurdan bigihêje serî, wê bandorên xeter li hemû parçeyên Kurdistanê bike.”

Remzî Kartal destnîşan kir ji ber êrişan hemû destkeftiyên gelê Kurdistanê di xeteriyê de ne û got: “Divê hemû hêzên siyasî, rêxistinên sivîl û civakî li Kurdistanê û dostên gelê Kurd li hemberî dewleta Tirk a dagirker û xiyaneta PDK`ê ya eşkere bisekinin.

Dem dema serhildan û seferberiyê ye.”

Back to top button