Hêzên Parastina Xabûrê nasnameya şehîdekî xwe ragihand

Hêzên Meclisa Parastina Xabûrê ragihand ku şervanê wan Zeya Til Temir di encama êrişên dewleta Tirk de li gundên Suryanan şehîd bû.

Îro Hêzên Meclisa Parastina Xabûrê bi daxuyaniyekê nasnameya şehîd Zeya Til Temir eşkere kir.

Di daxuyaniya Meclisê de hate gotin:

“Ji bo gelê me yê Suryan ên li welêt û derveyî welêt, em şehadeta lehengekî Meclisa Parastina Xabûrê ya Suryan radigihînin.”

Meclisê di dawiya daxuyaniyê de soza şopandina rêya şehîdan û parastina destketiyan da.

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nav û paşnav: Elaa El-Ehmed ‘Zeya Til Temir’ 17é Nîsana 2022’an li Til Temirê şehîd buye.

Back to top button