Saziyên sivîl ên Girkê Legê êrişên dijî gerîla şermezar kirin

Sazî û rêxistinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî dijî van êrişan bi daxuyaniyên cuda nerazîbûnên xwe nîşan da. Di daxuyaniyan de hate gotin armanca van êrişan têkbirina destketiyên gelê Kurd e. Her wiha li dijî êrişan soza bilindkirina têkoşînê hate dayîn.

Li dijî êrişên dagirkeirya Tirk li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, sazî û rêxistinên li Bakur û Rojhilaê Sûriyê nerazîbûnên xwe nîşan da.

Li Navçeya Girkê Legê, endamên meclisa navçeyê, Kongra Star, Meclisa Malbatên Şehîdan û Şaredariya Gel bi daxuyaniyekê êrişên dagirkeirya Tirk bi hevkariya PDK’ê li dijî gerîlaşermezar kir.

Daxuyanî ji hêla hevserokê Meclisa Girkê Legê hate dayîn.

Di daxuyaniyê de bang li partiyên siyasî yên li Başûr hate kirin ku li dijî hevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk re helwesteke cidî nîşan bidin.

Meclisa Malabatên Şehîdan a Efrînê: Armanc ji êrişan têkbirina Tevgera Azadiyê ye

Meclisa Malabatên Şehîdan a Herêma Efrînê jî bi heman armancê daxuyaniyek da.
Daxuyanî li gundê til Qerah yê kantona Şehbayê bi amadebûna endamên meclisê û nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl hate dayîn.

Di daxuyaniyê de êrişa dagirkeriya Tirk li ser Herêmên Parasinê yên Medyayê bi hevkarya PDK’ê hate şermezarkirin, her hate gotin armanc ji van êrişn şikandina vîna Kurdan û têkbirina tevgera rizgariyê ye.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê êrişên li dijî gerîla şermezar kir

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûrî û Kombûna Jiinên Zenûbya li Minbicê jî bi heman armancê daxuyanî bi raya giştî re parve kir.

Di daxuyaniyê de êrişên dagirkeriya Tirk yên bi hevkariya PDK’ê hate şermezarkirin.

Di dawiyê de soza bilindkirina têkoşînê dijî dagikeriya Tirk û hevkarên wê hate dayîn.

Back to top button