PERVÎN BULDAN: DEMA KU TECRÎD HEBE KRÎZ Û KAOS DEST PÊ DIKE

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan têkildarî hevdîtinên bi rêber Ocalan re axivî û got; Divê ne tenê parêzer û malbat her wiha şandeyên siyasî jî biçine Imraliyê. Piştî hilbijartinê ew ê ne bi AKP’ê re lê bi civakê, hêzên demokrasiyê û derdorên aştîxwaz re pêvajoya çareseriyê li ber xwe deynin.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan derbarê hevdîtina Parêzer û Malbata Rêber Ocalan a li Îmraliyê de axivî.

Pervîn Buldan got,

”Me tim ji vê bawer kir; dema ku bi Rêzdar Ocalan re hevdîtin têne kirin li Tirkiyê tim pêvajoya bê şer çêbûye.

Lê çi dema ku ew derî bi tecrîdeke mutleq hatiye girtin, çûnûhatina li Imraliyê asteng bûye wê demê krîz û kaos çêbûne.

Ji bo vê jî biya me divê hevdîtin tenê bi parêzer û malbatan sînordar nemîni.

Ji ber ku pêvajoyên wiha rê li aştiyê û çareseriya pirsgirêkan vedike.”

BULDAN: LI SER MIJARA SÛRIYÊ TIRKIYE DIVÊ NEXŞERÊYEKE NÛ DEYINE

Buldan li ser girîngiya peyama Ocalan a li ser Sûriyê sekinî û ev tişt anî ziman;

Dema ku şandeya wan diçû Imraliyê meseleya Sûriyê û statûya Kurdên wir tim dibû rojev.

Rêzdar Ocalan têkilî meseleya Sûriyê digot, ”Sûriye xeta me ya sor e”. Biya min niha jî wiha difikire.

Van çar salan got divê polîtîkayên şaş ên Tirkiyê yên li ser Sûriyê divê rawestin û bi destûreke nû divê destkeftiyên Kurd werin mîsogerkirin û diyalog çêbibin.

Ji vî alî ve dikare ji bo Tirkiyê nexşereyêke nû deyne û pewisti jî bi vê heye.

BULDAN: ÇARESERÎ NE BI AKP’Ê RE, LÊ WÊ BI CIVAKÊ RE BIBE

Buldan daxuyakirin ku pêvajoyên çareseriyê û muzakereyê encex alî muxatab werin dîtin dikarin dest pê bikin û wiha domand;

Di peyama Ocalan de tê destnîşankirin ku pêvajoyeke muzakereyê tine ye û ji ber vê jî niha ti îşareteke ku wê pêvajoya çareseriyê çêbibe, nîn e.

Piştî hilbijartinê ew ê ne bi AKP’ê re lê bi civakê, bi hêzên demokrasiyê û derdorên aştîxwaz re pêvajoya çareseriyê li ber xwe deynin.

BULDAN: STRATEJIYA ME YA 23’YÊ HEZÊRANÊ WÊ NEYÊ GUHERTIN

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan li ser hilbijartina 23’yê Hezîranê ya Stenbolê jî ev peyam da;

Stratejiya me ya 31’ê Adarê wê neguhere.

Dîsa ji bo ku bi AKP’ê bidin windakirin wê bi hêzên demokrasiyê re bibin hêvî û ji bo demokratîkbûna Tirkiyê kedê bidin.

Leave a Reply

Back to top button